14 senatorên Amerîkayê derbarê Tirkiyê de nameyek ji Biden re sandin!

15 July 2021 19:04 0 dîtin
14 senatorên Amerîkayê derbarê Tirkiyê de nameyek ji Biden re sandin!

PeyamaKurd – Hejmarek senatorên Amerîkayê derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Qibrisê de, nameyek ji Serokê Amerîka Joe Biden re şandin.

Di nameya bi îmzeya 14 senatoran de, behsa serdana Erdogan a 20ê Tîrmehê bo Mereş a Qibrisê tê kirin û ji bo hewlên yekalî yên Erdogan li ser serweriya Qibrisê nîgeranîyên xwe tînin ziman.

Senatoran ji Biden xwestiye ku divê ji niha ve ji Erdogan re bê gotin ku ew dê rastî dorpêçên piralî bên û ew ambargoyên ser Tirkiyê werin zelalkirin.

Di nameyê de tê gotin ku Erdogan, biryarên NY yên federaliya du civakî ya Qibrisê binpê dike û pêşniyara Qibriseke du dewletî dike ku ev serdan jî diyardeya wê ye Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe ya li Qibrisê ji aliyê leşkerî ve berfirehtir bike.