Zêdetirî 180 senatorên Amerîkî nameyeke hisk a Tirkiyê ji Bilînken re sandin
PeyamaKurd - Li Amerîkayê zêdetirî 180 endamên Kongresê li ser binpêkirina mafên mirovan û paşketina pîvanên demokrasiyê li Tirkiyê nameyeke tund ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re şandin û jê xwestin, li gorî wê rewşê bi Tirkiyê re mamelê bikin.
Di nameya 183 endamên Kongresa Amerîkayê de ku îmzeya serokê Komisyona Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat Greg Meeks û endamê komisyonê yê Komarî Mike McCaul jî cî digire ku herdu partiyên Komarî û Demokratan ew name amade kirine.
Di nameyê de li ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyê ji îdareya Biden daxwaz tê kirin ku siyaseteke dijwar li hemberî Enqerê bimeşîne.
Di nameya ku 26ê Sibatê hatiye şandin û nû hatiye eşkerekirin de endamên Encûmena Nûnerên Amerîkayê dibêjin, Tirkiye hevpeymaneke girîng a NATO û Amerîkayê ye, lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ew pêwendiya baş têk biriye.
Endamên Kongresê sîstema dadwerî ya Tirkiyê rexne dikin û dibêjin, Erdogan û partiya wî sîstema dadwerî ya welatê xwe lawaz kiriye, kesên nêzîkî xwe li postên girîng û saziyên serbazî û îstîxbaratî bicih kirine, rexnegir, rojnamevan, endamên kom û partiyên kêmîneyan ligel siyasetmedarên partiyên opozisyonê têne desteserkirin û girtin.
Endamên Kongresê di nameyê de gotine: “Di pêwendiyên me yên dualî de girîngî bi meseleyên stratejîk hatiye dayîn, lê binpêkirina mafên mirovan û proseya demokrasiyê li Tirkiyê em xistine fikaran.”


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin