Sîsî bi senatorên Amerîkî re civiya

24 October 2023 12:12 0 dîtin
Sîsî bi senatorên Amerîkî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî şanda partiyên Demokrat û Komarî yên Senatoya Amerîkayê ku di çarçoveya pêwendiyên wî yên fermî de li welatê wî bûn, qebûl kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Misrê, Sîsî bi heyeta ku di nav wan de Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham jî hebû, geşedanên li Şerîda Gazzeyê û herwiha mijarên navneteweyî û herêmî nirxand.

Sîsî diyar kir, welatê wî "siyasetên armanckirina hemû sivîlên aştiyane, koçberkirina bi darê zorê û cezakirina komî ya Filistîniyan red dike."

Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku "divê hevahengî ligel hemû aliyên çalak ji bo rawestandina aloziyan, avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê û bidestxistina çareseriyeke dudewletî ya adil û berfireh ku tê de mafên gelê Filistînê bên parastin, were zêdekirin."