Zelensky li Kîevê bi sandeke senatorên Amerîkî re civiya
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li Kîevê bi şandeke senatorên Amerîkî Lindsey Graham, Richard Blumenthal û Sheldon Whitehouse re civiya.
Zelenskiy di hevdîtina girtî ya bi Balyoza Amerîkayê ya li Kîevê Bridget A. Brink de ji heyeta Amerîkî re li ser geşedanên Şerê Rûsya û Ûkraynayê agahî da.
Hewiha di civînê de Zelensky spasiya senatoran kir ji bo piştevaniya wan bo welatê wî.
Zelensky eşkere kir, Amerîka pakêta nû ya alîkariya çekan a ji bo Ukraynayê pejirand û wiha got: "Di (pakêta alîkariya çekan) de, wê alavên leşkerî û cebilxaneyên ku ji me re lazim in hebin. Di vê mijara pir girîng de Amerîka pêşeng e."
Di hevdîtinê de mijarên weke berdewamiya dorpêçên li ser Rûsyayê û berdewamiya alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin