Serok Barzanî bi senatorên Amerîkî re civiya: Wê pêwendî bên pêsxistin

16 February 2020 23:00 0 dîtin
Serok Barzanî bi senatorên Amerîkî re civiya: Wê pêwendî bên pêsxistin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwaziya şandeke Kongresa Amerîkayê kir ku ji Senator James Inhofe Endamê Encûmena Pîrên Amerîka û Berpirsê Lîjneya Hêzên Çekdariyên Amerîka û Serokê şandê û Senator John Boozman û Senator Marion Michael Rounds û Senator Kevin Cramer Endamên Encûmena Pîran û Trent Kelly û Tim Walberg Endamên Encûmena Nûnerên Amerîka pêk dihat.

Di vê hevdîtinê de ku Matthew Tueller Balyozê Amerîka  amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û şanda mîhvan armanca serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê xisterû û tekez li ser dostayetî û pêşxistina peywendiya di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdistanê kirin.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û hikûmet û artêşa Amerîkayê kir ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê da piştevanê gelê Kurdistanê bûne û pêzanînên xwe ji bo dostayetiya di navbera her du gelê Kurdistan û gelê Amerîka hebû û ragihand şerê dijî terorê lûtkeya hevkarî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê bû.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de di derbarê rêyên vegerana aramiyê ji bo Iraqê û gefên terorê li ser asayîşa cîhanî de danustandina bîr û ramanan kirin.