Serokwezîr Barzanî bi sanda Wezareta Derve ya Amerîkî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan bi şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê re hevdîtinek pêkanî ku Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andrew Peek û Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda ligel wan beşdarî kirin.
Di civîna Nêçîrvan Barzanî ya êvara 27ê Çileyê de, Andrew Peek kêfxweşiya xwe li hember serdana dubare ya xwe bo Herêma Kurdistanê anî ziman û destxweşî li Nêçîrvan Barzanî kir, bo wan pêngavên wî yên derbarê çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de ku bi sedema wan pêngavan pêşveçûneke baş di pêwendiyên navbera herdu aliyan de çêbûne.
Malpera Hikûmeta Kurdistanê ragihand, di civînê de behsa pêngavên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên du alî yên Hewlêr û Washingtonê, piştgirî û hevkariyên Amerîka bo Iraqê û Herêma Kurdistanê û metirsiyên derketin û serîrakirina terorê hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariyên Amerîkayê yên ji bo Herêma Kurdistanê kiriye û tekezî li ser pêşxistina bêhtir a pêwnediyên du alî kiriye.
Nêçîrvan Barzanî spasiya kar û çalakiyên Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman kir ku serdana dawî ya Herêma Kurdistanê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin