Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi sanda Amerîkî re civiya

01 November 2021 17:36 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi sanda Amerîkî re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Mijdarê pêşwazî li şandeke bilind a Balyozxaneya Amerîka li Iraqê bi serokatiya Cîgirê Balyoz Gregory LoGerfo kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka Robert Palladino amade bû, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê ji piştî serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên din navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin kirin.

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, girîngiya berdewamiya piştevanî û hevkarîkirina Pêşmerge ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê û pêşvebirina veberhênana kompanyayên Amerîka li Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.