Sanda MSDê li Washingtonê bi senatorên Amerîkî re civiya

04 October 2021 16:03 0 dîtin
Sanda MSDê li Washingtonê bi senatorên Amerîkî re civiya

PeyamaKurd – Şanda Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku bi serokatiya Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed li Amerîkayê danûstandinan dike, bi senatorên Amerîkî re hevdîtin pêk anîn.

Hat ragihandin ku şanda MSDê bi berpirsê komîteya têkiliyên derve ya Senatoya Amerîka Christopher Van Hollen, berpirsa komîteya diyarkirina budceyê Louise Frankel û serokê komîteya çekkirinê Adam Smith re civiya.

Hat diyarkirin ku Seroka Desteya Rêveberiya MSDê Îlham Ehmed bi rayedarên amerîkî re aloziya Sûriyê, girîngiya rola Amerîkayê di çareserkirina aloziyê de li gorî biryarên navneteweyî û di sêrî de biryara Encûmana Asayîşa Navdewletî ya hejmar 2254 hatin gotubêj kirin.

Li gorî daxuyaniya MSDê, rayedarên amerîkî piştrast kirine ku ew piştgiriyê didin Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şerê li dijî terorê û tekez kirin ku dê hêzên welatê wan li Sûriyê bimînin û heta çareseriyeke siyasî bê dîtin hevkariya bi HSDê re berdewam bikin.

Herwiha hat ragihandin ku biryare şnda MSDê bi berpirsên wezareta derve ya Amerîkayê û rayedarên Koşka Spî re jî bicive.