Senatorên Amerîkî, ji bo nukleera Rusyayê pêsnûmeqanûn pêskês kir
PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, Senatorên Amerîkî Lindsey Graham û Senatorê Demokrat Richard Blumenthal, pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Senatoyê kir ku êrîşa nukleerî ya muhtemel a Rusyayê ya li ser Ukraynayê, wekî êrîşeke li dijî NATOyê bê qebûlkirin.
Li ser mijarê hat diyarkirin ku Lindsey Graham û Richard Blumenthal, pêşnûmeya ku pêşkêşî Senatoya Amerîkayê kir; di civîneke çapemeniyê de ragihand û got,
"Heger Rusya yan jî Belarus amûreke nukleerî li dijî şikandina vîna gelê Ukraynayê bi kar bînin, ev êrîş dê wekî êrîşeke li dijî NATOyê bê nirxandin.”
Graham da zanîn ku heger pêşnûmeqanûn were qebûlkirin dê peyama ku êrîşa bi çekên nukleerî bi NATOyê ra bibe sedema şer û danasîna xala 5emîn a Peymana Washingtonê ya NATOyê dê ji Moskowê re bê dayîn.
Lindsey Graham, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku di pêşnûmeyê de hatiye pêşniyazkirin ku bicihkirina çeka nukleerî ya taktîkî ya Rusyayê li ser xaka Belarusê ji bo Ukrayna û welatên NATOyê metirsiyê çêdike.
Li gorî xala 5emîn a Peymana Washingtonê, endamên NATOyê dê êrîşa li ser yek ji wan wekî êrîşa li dijî hemûyan binirxînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin