Tirkiyê daxuyaniyek derbarê bûyerên li Amerîkayê belav kir

07 January 2021 14:59 0 dîtin
Tirkiyê daxuyaniyek derbarê bûyerên li Amerîkayê belav kir

PeyamaKurd  Derbarê bûyerên ser Kongresa Amerîkî, Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir: “Em daxwaz ji aliyên Amerîkayê dikin, aram û hişmend bin.” Bikaranîna peyva aliyan, di daxuyaniyê de li Tirkiyê bûye cihê nîqaşê.

Li gor daxuyaniya Tirkiyê:

“Bi dilgiranî ve em çavdêriya pêşhatên navxwe yên Amerîkayê dikin ku gihîştiye asta hewldanê bo êrişkirina ser avahiya Kongresê ji aliyê xwepêşanderan ve. Em daxwaz ji aliyên Amerîkayê dikin hêmin û hişmend bin. Em wiha bawer dikin ku Amerîka vê krîza siyasî ya navxweyî bi aqilane derbas dike.”

Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyê daxwaz ji welatiyên Tirkiyê yên li Amerîkayê dike, da ku xwe ji cihên qerebalix û xwepêşandanan dûr bigirin.

Bikaranîna peyva “aliyan” di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de, li hundirê vî welatî bixwe de bûye cihê nîqaşê û ji aliyê hinek kes û aliyan ve weke rewatîdan bi alîgirên Trump tê şîrovekirin, ku êrîşî ser avahiya Kongresa Amerîkayê kirine û çend saetan bûne sedema rawestandina civîna kongresê.

Do Kongresa Amerîkayê ji bo pesendkirin an redkirina encamên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê civiyabû, lê belê alîgirên Trump li dora avahiya kongresê kom bûn û paşê êriş birin ser û derbasî nav avahiyê bûn, ku ji ber wê yekê jî civîn hat rawestandin.

Aloziyên li Kongresa Amerîkayê do ji saet 14:00an bi dema Amerîkayê û 22:00 bi dema Herêma Kurdistanê ve dest pê kir û heta 4-5 saetan dom kir û di encama aloziyan de 4 kesan can dan.