Amerîkayê derbarê hilbijartinên de daxuyaniyek da, Tirkiyê bersiv da
PeyamaKurd – Amerîkayê derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê li Tirkîyê daxuyanîyek da û got, “hilbijartinên azad û adil nîşaneyên demokrasîyê ne. Pejirandina encamên rewa jî tê de”
Di daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê hilbijartinên herêmî de hatîye gotin, “em nûçeyên îtîrazan dixwînin. Hilbijartinên azad û adil nîşaneya herî girîng a demokrasîyê ne. Em ji Tirkîyê jî heman tiştî hêvî dikin. Pejirandina encamên rewa jî tê da.”
Serokê Daîreya Ragihandinê yê Serokkomarê Tirkîyê Fahrettin Altun jî bersiv da bedevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê.
Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanîyek da, “hemû mercî û meqam jî hilbijartinên azad û adil berpirsyar in. Girîng e ku dengên welatîyan bi awayekî qanûnî hatibin cudakirin û jimartin. Em bawer dikin ku hemû pirsgirêk û îtîraz bi awayekî şefaf werin çareserkirin.”
"Nabe tu welat desttêwerdana encamên hilbijartina welatekî din bike û xwe wekî jêdera rewabûnê nîşan bide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin