Di derbarê hilbijartinên Tirkiyê de ji Îsraîlê sîroveyeke balkês!
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz piştî hilbijartinên herêmî got, "Li Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî bi têkçûna namzetên Erdogan bi dawî bû" û pîrozbahî li Îmamoglû û Mansur Yavaş kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê parvekirinek kir.
Katz di nivîsa xwe ya bi Tirkî de gotiye:
“Li Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî bi têkçûna namzetên Erdogan bi dawî bû. Li Stenbolê Ekrem Îmamoglû û li Enqereyê jî Mansur Yavaş pîroz dikin. Ev ji Recep Tayyîp Erdogan re peyameke zelal e: Êrîşa li ser Îsraîlê êdî kar nake, pêdivî ye ku ew malzemeyên nû bibîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin