Amerîkayê li ser navbeynkariya Tirkiyê ya pevguhertina dîlên ser daxuyaniyek belav kir

22 September 2022 12:27 0 dîtin
Amerîkayê li ser navbeynkariya Tirkiyê ya pevguhertina dîlên ser daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan ji bo navbeynkariya Tirkiyê ya di pevguhertina dîlên şer ên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi daxuyaniyekê spasî li Tirkiyê kir.

Li gor zanyariyan, Sullivan di derbarê pevguhertina dîlên şer ên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir: “Digel pêşengiya wê ya di peymana zad de, ji ber navbeynkariya wê ya di pevguhertina dîlên şer ên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ez spasiya hikûmeta Tirkiyê dikim.”

Beriya niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kiribû, di encama hewla dîplomatîk a digel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy de, di navbera Rûsya û Ukraynayê de pevguhertina 200 dîlên şer pêk hat.