Endamên Hamasê yên li Tirkiyê jî di nav cezayên nû yên Amerîkayê de ne!
PeyamaKurd – Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan ceza li 6 berpirsên payebilind ên Hamasê sepandiye.
Li gorî Dengê Amerîka, Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî ya Wezaretê (OFAC), di nav de nûnerên Hamasê yên li derve, endamekî payebilind ê baskê wê yê leşkerî, Lîwayên Îzzeddîn el-Qassam, û kesên ku tê ragihandin piştgirîya xebatên komkirina drav û qaçaxçîtiya çekan a rêxistinê dikin, 6 endamên payebilind ên Hamasê xistin lîsteya cezayên xwe.
Alîkarê Wezîra Terorîzmê û Îstîxbarata Aborî li Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bradley Smith got, "Hamas bi berdewamî xwe dispêre karbidestên sereke yên ku bi awakî qanûnî, rolên giştî di nav girûpê de ne, lê asankariyê didin çalakiyên terorîstî, nûnertiya berjewendiyên wê li derve dikin û hevahengiya veguhestina pere û kelûpelan bo Xezzeyê dikin.”
Smith got ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî "pêbend dimîne bi astengkirina hewildanên Hamasê ji bo peydakirina dahatên zêde û berpirsîyarîya wan kesên ku asankarîya çalakiyên terorîstî yên komê dikin."
3 endamên Hamasê li Tirkiyê ne
Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî, di nav wan kesên ku hatine cezakirin de, Ebdulrehman Îsmaîl Ganimet, endamê demdirêj ê baskê leşkerî yê Hamasê, Lîwayên Îzedîn El-Qassam e ku niha li Tirkiyê ye jî heye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî Ganimet bi tevlîbûna gelek êrîşên terorîstî û hewildanên êrîşan tawanbar kir, di nav wan de teqîna sala 1997 li qehwexaneyeke Tel Avîvê.
Wezaretê herwiha du karbidestên din ên li Tirkiyê, endamekî li Xezzeyê ku beşdarî danûstandinên Hamasê bi Rûsyayê re bû, û rêveberek ku xwediyê desthilatê bû ku bi eşkereyî li ser navê komê biaxive û ku berê deriyên sînorî yên li Xezzeyê kontrol dikir, di lîsteya cezayan de cih girt.
Li gorî daxuyaniyê, yek ji van navan Musa Davud Muhammed Akarî berpirsê payebilind ê Hamasê yê li Tirkiyê ye û ji bo derbaskirina pereyên ji Tirkiyê bo Xezze û Şerîa Rojava ji bo Hamasê hêsan dike. Salama Mari jî wek berpirsê Hamasê yê ku li Tirkiyê dijî û alîkariya aborî dide Hamasê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin