Kongreya Amerîkayê sepandina cezayên ser Tirkiyê pesend kir
PeyamaKurd – Kongreya Amerîkayê bi hinceta ku Tirkiyê ji Rûsya pergalên parastina asmanî S-400 kirîne, di çarçoveya yasaya CAATSA a dijminên Amerîkayê de sepandina cezayên ser Tirkiyê pesend kir.
Malpera Al-Monitor a Amerîkî ragihand ku endamên parlamantoyê bi giştî xwedî li guhartina qanûna parlamenterê Komarparêz Adam Kinzinger û parlamentera Demokratparêz Abigail Spanberger ya wekî beşek ji projeya qanûnên parastina salane ye, derketine.
Kinzinger dema hefteya derbasbûyî projeyasayek pêşkêş kiribû û gotibû, Tirkiyê hişyariyên endamên NATOyê yên têkildarî hevpeymana çekên bi Rûsyayê re paşguh kirine û beşa yekemîn a pergala parastina moşekan rûsî ya S-400 aktîf kiriye.
Kongresmanê Amerîkî destnîşan kir, divê were diyarkirin ku kiryarên Tirkiyê nayên efûkirin û Enqere dê rastî cezayên tund were û qanûnên wan dê li dijî Tirkiyê cezayan bisepînin.
Beriya pesendkirina yasaya CAATSA bo Tirkiyê jî Amerîkayê Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an derxistibû û dest danî 8 balafirên firotibûn Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin