Di derbarê ceribandina mûsekên S-400an Amerîkayê hisyarî da Tirkiyê
PeyamaKurd – Di derbarê ceribandina mûşekên S-400 yên Tirkiye ji Rûsya stendibû, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rene Clarke Cooper, hişyarî da Tirkiyê.
Li Washingtonê Cooper ji rojnamevanan re diyar kir, Tirkiye heterên li ser karanîna S-400an didomîne û da zanîn ev xeterek mezin e.
Cooper destnîşan kir: ‘‘Bila S-400 werin dûrxistin, neyên karanîn, nekevin sîstemê û nebin operasyonel.’’
Herwiha Cooper da zanîn, dixwazin Tirkiye li xeta rojava bimîne û ew ne tenê bo Amerîka bo NATO jî girîng e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin