Amerîkayê car din derbarê S-400an de gef li Tirkiyê xwar

18 June 2019 10:58 0 dîtin
Amerîkayê car din derbarê S-400an de gef li Tirkiyê xwar

PeyamaKurd - Amerîkayê car din derbarê pergala S-400 a rûsî de gef li Tirkiyê xwar. Pentagonê ragihand ku ne tenê balafirê şer ên F-35, lê bo çekên din ên Amerîkayê jî ku kompanyayên Tirk berhem tîn in egera ferzkirina cezayan bo ser wan di rojevê de ye.

‘EGER TIRKIYE S-400AN BIKIRE SIZADAN DI ROJEVÊ DE YE’

Amerîka, ji ber biryara kirîna pergala berevaniya esmanî ya S-400 a rûsî fişara li ser Tirkiyê zêde dike. Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), ragihand ku eger Tirkiye S-400an bikire, ji xeynî dûrxistina ji bernameyê balafirên şer F-35an, lê bo çekên din ên Amerîkayê jî ku kompanyayên Tirk berhem tînin egera ferzkirina sizayan bo ser wan di rojevê de ye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Ellen Lord, ragihand ku Washington ji xeynî kompanyayên ku parçeyên balafirên F-35 berhem tînin, egera ferzkirina sizayan bo ser kompanyayên din ên Tirk jî di ber çav re derbas dikin.

Lord, da zanîn ku niha ev herdu mijar ji hev tên cudakirin lê di nav hikûmeta Amerîkayê de tîmek heye ku di çarçoveya yasaya CAATSAyê de egera ferzkirina sizayan bo ser kompanyayên din ên Tirk jî di ber çav re derbas dike.

Lord di Pêşangeha Firokevanî ya Parîsê de axivî û got: "Me li wezaretê ji xeynî F-35an hemû tişt di çarçoveya berevaniyê de nirxand û evna jî dikevin nav sizayên CAATSAyê." Lord diyar ku heta niha biryareke teqez nîne, lê ew ceza dê zerareke zêde bighînin pîşesaziya berevaniyê ya Tirkiyê.