Amerîkayê ji bo S-400an bang li Tirkiyê kir û bal kisand ser girîngiya demokrasî û mafên mirovan

24 March 2021 17:40 0 dîtin
Amerîkayê ji bo S-400an bang li Tirkiyê kir û bal kisand ser girîngiya demokrasî û mafên mirovan

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser hevdîtina yekema Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Blînken û Çavuşoglu li ser mijarên Sûriye, Afganistan û destpêkirina danûstandina Tirkiyê bi Yûnanistanê re axivî ne û hat diyarkirin ku Blînken bang li Tirkiyê kiriye S-400ên Rûsî ji destê xwe derxin.

Herwiha Blînken nîgeraniya xwe bo vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li hemberî tundiya dijî jinan aniye ziman û girîngîpêdan û rêzgirtina li saziyên demokratîk û mafên mirovan bo Tirkiyê bibîr xistiye.