Tirkiyê ji bo S-400an gav ber bi Amerîkayê ve avêt

30 December 2020 15:23 0 dîtin
Tirkiyê ji bo S-400an gav ber bi Amerîkayê ve avêt

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, piştî sepandina dorpêçên Amerîkayê bo kirîna sîstemên parastina hewayî S-400ên rûsî, ragihand ku wan ligel Amerîkayê koma xebata hevbeş ava kiriye.

Çavuşoglu beriya ku rêveberiya Joe Biden were ser kar ragihand ku wan koma xebatê ya hevbeş bo S-400an bi Amerîkayê re ava kiriye û hevdîtinên teknîkî dest pê kirine.

Herwiha Çavuşoglu got ku wan li ser mijara cezayên CAATSA yên bi ser Tirkiyê de hatine ferzkirin jî pêşniyara koma hevbeş a xebatê kiriye.

Wezîrê Tirk herwiha di axaftina xwe de gotiye, ew dixwazin di sala bê de pêwendiyên xwe yên ligel Yekîtiya Ewropayê jî xweş bikin ku niha ji ber aloziya Rojhilatê Derya Spî û hejmarek mijarên de xitimî ne.