Amerîkayê DAISîyê ku Tirkiyê avêtibû ser sînorê Yunan qebûl kir
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Wezareta Naxwe ya Tirrkiyê Amerîkayê ew kesê DAIŞî yê ku li sînorê Yûnanistanê hatibû deportkirin û ev çend roj in di navbera herdu aliyan de mabû, qebûl kiriye û ji bo wergirtina wî xebat dane destpêkirin.
Wezîrê Tirk Suleyman Soylu çendek berê gotibû, ew dê DAIŞiyên li cem xwe bi ser welatên hemwelatiyê wan in de bişînin û piştre jî DAIŞîyek bi ser deriyê Yûnanistanê de hatibû şandin ku Yûnanistanê jî ew red kiribû û ev çend roj in li wir asê mabû.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de hatiye gotin, ji bo şandina Amerîkayê, xebat ji bo DAŞiyê ku di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê de mabû, dest pê kirine û Amerîkayê jî ew hemwelatiyê xwe yê DAIŞî qebûl kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin