Parêzgarê Kerkûkê ji bo Tirkmenî û Suryanîkî ferman da

19 August 2024 15:26 0 dîtin
Parêzgarê Kerkûkê ji bo Tirkmenî û Suryanîkî ferman da

PeyamaKurd - Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ji hemû saziyên fermî yên Kerkûkê re fermanek şand ku li gel Kurdî û Erebî girîngiyê bidin zimanên Tirkmenî û Suryanî jî.

Rêbiwar Taha îro ji hemû saziyên fermî yên Kerkûkê re fermaneke nivîskî şand û di fermana xwe de ji saziyên pêwendîdar xwest ku zimanê Tirkmenî û Suryanî jî li gel Kurdî û Erebî di nivîsên fermî de hebin.

Parêzgarê Kerkûkê diyar kir ku ev biryar ji bo nîşandan biratî û pirrengiya Kerkûkê hatiye standin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di 10ê Tebaxê de li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

Di vê civînê de Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbiwar Taha wek parêzgarê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin.

Di civînê de her wiha endamê Koalîsyona Ereban (Siyade) Mihemed Hafiz jî wek Serokê Encumena Kerkûkê hate hilbijartin.

Piştî biryarên vê jivînê di raya giştî de belav bûn, di serî de beşek Tirkmen, beşek Ereb û PDKê şêwazê hilbijartinê rexne kirin û ew bi deryasayîbûnê tawanbar kirin.

Li gel van bertekan jî Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di 13ê Tebaxê de mazbataya Parêzgariya Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Rêbiwar Taha di 14ê Tebaxê de li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û dest bi karê xwe kir.

Rêbiwar Taha di axaftina xwe ya yekem de got “Nasnameya me ya hevpar Kerkûkîbûyîn e.”