Dadgehê fermana girtina parêzgarê wekaletî yê Kerkûkê derxist
PeyamaKurd - Dadgeha bajarê Kerkûkê îro 16ê Hezîranê bi sedema ku bi dehan milyon dînar li gorî kêfa xwe xerc kiriye, fermana girtina parêzgarê yê bi wekalet Kerkûkê Rakan Cibûrî ku li şûna parêzgarê rewa Necmedîn Kerîm hatibû danîn derxist.
Hat ragihandin ku fermana girtina Cibûrî ji ber bi dehan milyon dînar bi kêfa xwe xerc kiriye û ‘daye xwarin û vexwarinê’ dadgeha bajarê Kerkûkê biryara girtina wî derxistiye.
Rakan Cibûrî ku bixwe erebekî şovenî ye, piştî ku Kerkûk 16 Cotmeha sala 2017an di encama xiyaneta beşek ji YNKê ji destê kurdan derket, ji aliyê Heşda Şeibî ve wek parêzgar bi ser Kerkûkê de hatibû sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin