Fermana girtina parêzgarê Kerkûkê û 6 kesên din hat derxistin

12 November 2019 17:42 0 dîtin
Fermana girtina parêzgarê Kerkûkê û 6 kesên din hat derxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber gendeliyê fermana girtinê ji bo parêzgerê Kerkûkê Rakan Cîburî, sekretera wî, rêveberê nivîsgeha wî û 4 berpirsên din hatiye derxistin.

Desteya Destpaqijiya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku parêzgarê Kerkûkê yê sepandî Rakan Cîburî pereyê ku ji bo xizmeta Kerkûkê hatiye terxankirin ji bo mêvandariyê xerc kiriye û gendelî kiriye.

Desteyê ragihand ku fermana girtinê ji bo Rakan Cibûrî, sekretera wî, rêveberê ofîsa wî û çar berpirsên din ên Kerkûkê hatiye dayîn.

Hat zanîn ku fermana girtinê ya li dadgeha lêkolîna Kerkûkê li gor madeya 340 a yasaya cezayê ji bo Cibûrî û 6 kesên din hatiye derxistin.