Îdia: Iraqê fermana girtina serokê HTS Ehmed el-Sera’a derxist

21 December 2024 15:19 0 dîtin
Îdia: Iraqê fermana girtina serokê HTS Ehmed el-Sera’a derxist

PeyamaKurd – Hinek çavkaniyên agahdar îro eşkere kirin ku dezgeha dadweriya Iraqê fermana girtinê bo Ehmed Şera’a, serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û berpirsê operasyonên leşkerî li Sûriyeyê derxistiye.

El-Şera’a, ku bi navê Ebû Mihemed el-Golanî jî tê naskirin, wek fermandarê leşkerî yê opozîsyona Sûriyeyê ya çekdar kar dike, ku rejîma Beşar Esed di 8ê Kanûna Duyem de hilweşand piştî ku hêzên wî derbasî Şamê bûn.

Çavkaniyên han ji ajansa Şefeqê re ragihandiye: “El-Şera’a di navbera salên 2007 û 2008an de ji aliyê hêzên amerîkî ve li Iraqê hatibû girtin. Piştî ku girtî li tawanên cuda yên terorîzmê yên derbarê el-Golanî de mikur hatine berê biryara girtinê li dijî wî hatiye derxistin, tevî ku tu biryara dadgehê nehatiye dayîn jî.”

El-Şera’a desttêwerdana xwe ya li nakokiyên mezhebî yên Iraqê red kiriye û tekez kiriye ku HTŞyê peywendiyên xwe bi El-Qaîdeyê re qut kiriye û niha tenê li gorî berjewendiyên niştimanî yên Sûriyê tevdigere. 

Gotiye: “Tu pêwendiya me ya niha bi tu rêxistin û dezgehên derve re tuneye.”

Roja înê, di dema serdana şandeke amerîkî ya Şamê de, dîplomatkara payebilind a Wezareta Derve ya Rojhilata Navîn, Barbara Leaf, ragihand ku Amerîkayê xelata 10 milyon dolaran ji bo agahîyên li ser rêberê HTŞyê betal kiriye. Leafê diyar kir ku wê bi serkirdayetiya nû ya Sûriyê re, di nav de El-Şera’a re hevdîtin kiriye û jê re gotiye ku Washington êdî ji bo girtina wî xelatê nade.

Çavdêran destnîşan kir ku lêgerîna malpera amerîkî, ya ku xelat ji bo agahdariya li ser “terorîstên tên lêgerîn” pêşkêş dike, êdî navê El-Şer’a nîşan nade. Lêbelê, HTŞ hîn jî di lîsteya komên terorîst de ye.