Li Iraqê fermana girtina 9 wezîr û 12 parlamentaran hat derxistin

09 December 2019 19:11 0 dîtin
Li Iraqê fermana girtina 9 wezîr û 12 parlamentaran hat derxistin

PeyamaKurd - Desteya Destpakî ya Iraqê bi hinceta gendeliyê fermana girtina 226 berpirs û rayedarên dewletê derxist.

Desteya Destpakî ya Iraqê, ku dezgeheke serbixwe û girêdayî parlementoya Iraqê ye, bi daxuyaniyekê ragihand, fermana girtina 226 berpirs, parêzar, wezîr û wekîlên ku bi gendeliyê tohmetbar in, hatiye derxistin.

Di daxuyaniyê de, fermana girtina 9 wezîran jî heye ku du ji wan hê jî wezîr in û 7 jî di hikûmetên berê de wezîr bûn.

Herwiha Desteya Destpakiya Iraqê fermana girtina 12 parlementeran jî daye ku 10 ji wan niha parlementer in, du jî berê parlementer bûn.

Dîsa bi dehan endamên encumenên parêzgehan, 11 parêzgarên niha û berê, 32 rêveberên giştî di warên neft, elektirîk, perwerde, tenduristî û pîşesazî, xwendina bilind, bajarvanî û veguhestinê jî fermana girtina wan hatiye dayîn.