Serokwezîrê Iraqê fermana girtina deriyên sînorî yên nefermî da
PeyamaKurd – Bo deriyên sînorî yên nefermî bigrin, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da Operasyonên Hevbeş.
Li gor Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman daye Operasyonên Hevbeş ji bo rêgirtina li qaçaxî û zerardana aboriya welat û parastina kelûpelên xwemalî, hemû deriyên sînorî yên nefermî bigrin.
Bi fermanekê Mistefa Kazimî daxwaz kiriye, karmendên îstixbaratê li deriyên sînorî werin danîn.
Herwiha daxwaz kiriye, deriyên sînorî yên fermî werin geşkirin, da ku rêkarên gumrigî werin başkirin û rê li ber gendeliyê were girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin