Li Aqebeyê bangewazî li aliyên Sûriyê hate kirin: Biryara 2254 bicih bînin

15 December 2024 09:25 0 dîtin
Li Aqebeyê bangewazî li aliyên Sûriyê hate kirin: Biryara 2254 bicih bînin

PeyamaKurd – Di civîna Sûriyê ya li bajarê Eqebe yê Urdinê de, Amerîka û Koma Têkiliyan a Ereban bangewazî li aliyên Sûriyê kir ku tevî yekîtî, yekparçeyiya xak û serweriya Sûriyeyê, mafên jinan û pêkhateyan biparêzin.

Koma Têkiliyan a Ereban a derbarê Sûriyeyê bi wezîr û nûnerên Behreyn, Fransa, Almanya, Qeter, Tirkiye, Îmarat, Brîtanya, Amerîka, Yekîtîya Ewropa û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyeyê li Aqebeyê civiyan.

Piştî civîna ku geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hatin gotûbêj kirin, daxuyaniyeke hevbeş hate belavkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: 

- Em piştgiriya xwe ya tam ji gelê Sûriyeyê re di vê qonaxa krîtîk a dîroka wê de nîşan didin, ji bo avakirina pêşerojeke bi hêvî, ewletir û aştiyane.

- Ew di wê baweriyê de ne ku proseya siyasî ya veguhêz, divê bi serpereştiya Sûriyeyê be û hikûmeteke berfireh, ne mezhebî û nûneratiyan hemûya bike pêk bîne, bi pêvajoyeke şefaf û li ser bingeha prensîbên biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî.

- Herwiha piştevaniya xwe ji erkê Nûnerê Taybet ê NetewEYên Yekgirtî re tekez kirin û daxwaz ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kirin ku qada hebûna Netewên Yekgirtî li ser erdê berfirehtir bike.

- Piştgiriya tam ji bo yekîtî, yekparçeyiya xak û serweriya Sûriyeyê piştrast kirin.

- Tekezî li ser rêzgirtina mafên mirovan, di nav de mafên jinan û pêkhateyan kirin û tekezî li ser parastina saziyên dewletê yên ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê dikin û xizmetên girîng pêşkêşî wan dikin.

- Tekezî li ser girîngiya rûbirûbûna terorê û tundrewiyê kirin, di nav de nehiştina dubare derketina hemû komên terorîst. Herwiha daxwaz kirin ku xaka Sûriyeyê nebe metirsî li ser ti welatan û nebe penageha terorîstan.

- Aliyên civînê bang li hemû aliyan kirin ku şer li Sûriyeyê rawestînin.