Ji Ekrem Îmamoglu daxuyaniya Wanê

02 April 2024 18:09 0 dîtin
Ji Ekrem Îmamoglu daxuyaniya Wanê

PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bertek ji biryara wergirtina mafê şaredariyê yê şaredarê hilbijartinî yê Wanê Abdullah Zeydan re nîşan da.

Îmamoglu li ser medya civakî daxuyaniyek belav kir û got, “Bi hincet nîşandana biryareke ku hemû hiqûqnas derveyî hiqûqî dibînin, nedana mazbataya seroktiya şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê bo namzedê DEM Partiyê nasnekirina îradeya gel e. Ev nayê qebûlkirin. Pêwîste em hemû helwesta xwe li dijî biryarên ku bi mebestên siyasî bi rîya darazê tên dayîn nîşan bidin û em neçar in ji bo demokrasiyê xwedî helwest bin.”

Herwiha Îmamoglu diyar kir ku serweriya îradeya milî nirxê bingehîn ê komarê ye û hikûmet û heyetên dadgehan vexwend ku êdî dev ji biryarên xwe yên çend salên dawî berdin û rêzê li îradeya gel bigirin.

Li aliyê din Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel jî bertek ji biryara Desteya Hilbijartinan a Wanê re nîşan dabû û gotibû, ew kemînek e li ber îradeya gel hatiye danîn.

Herwiha Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari jî li ber avahiya Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ya Enqereyê daxuyanî dan û ragihandin, ew dê tevî îtirazên hiqûqî heta dawiyê têkoşîna bo bidestxistina seroktiya şaredariya Wanê bidomînin.