Serokê CHPê û Ekrem Îmamoglu civiyan
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên di çapemeniya Tirkiyeyê de hatin ragihandin, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, îro civiyan.
Hat diyarkirin ku Kemal Kiliçdaroglu û Ekrem Îmamoglu, di saetên nîvrojê de li Tesîsên Civakî yên Ahlatlibelê ya Şaredariya Çankayayê civiyan û hat diyarkirin ku civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin, nêzîkî 2 saetan berdewam kir.
Piştî bidawîbûna civînê, Kiliçdaroglu û Îmamoglu bêyî ku daxuyaniyek bidin rojnamevanan, ji cihê hevdîtinê veqetiyan.
Li gorî nirxandina çavdêrên siyasî ku çav li guherîna navmala CHPê ye, dibe ku namzediya Serokatiya Giştî ya CHPê ya ji bo Îmamoglu hatibe axaftin û heye ku Kiliçdaroglu li ser endamtiya Îmamoglu ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryardar be da ku di hilbijartinên herêmî de şaredariya navborî, ji dest neçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin