Bakirhan: Em ne çalakgerên CHPê ne, bila têkosîna bo Îmamoglu li ser me nedin
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekhevîya Gelan (DEM Partî) li ser rexneyên, ‘Çima DEM Partî jî beşdarî protestoyên bo girtina Ekrem Îmamoglu nabe?’ axivî û got, ew ne girseya çalakgerên CHPê ne ku beşdarî çalakiyên wan bibin.
Bakirhan di bernameyeke televizyonê de diyar kir, "Em ne çalakvanên CHPê ne.. Em ê piştevaniyê bidin, lê em dernayên kuçeyan. Karên me yên mezintir hene.. Em ji bo demokratîk kirina Tirkiyê dixebitin.”
Herwiha Bakirhan ji bo girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî got, "Bila têkoşîna bo Îmamoglu li ser me nemeşînin, me piştevaniya wî di hilbijartinan de nekiriye, lihevkirina bajêr tiştekî din e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin