Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan fikrê xwe parve bike!
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser egera destpêkirina pêvajoyekê got ku danûstankarê serekî Abdullah Ocalan e. Herwiha Bakirhan ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî daxwaz kir, êdî navekî li geşedanên dawî yên li ser mijara pêvajoyeke nû têne kirin bike.
Bakirhan, beşdarî 4emîn Kongreya Asayî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bû û derbarê kongreyê û rojevê de daxuyanî dan.
Bakirhan li dijî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê derket û diyar kir, “Divê desthilat dest ji qirkirina xelkê Rojayayê kurdisanê berde, ji ber ku bi vê siyasetê heta niha ti tiştek bi dest nexistiye. Eger we bi van êrîşan serkeftin bi dest bianîya, niha hun li Rojhilata Navîn welatekî herî serkeftî dibûn, lê niha rewşa welat li holê ye. Ez vê desthilatê şiyar dikim, ev siyaset çareseriyê bi xwe re nayîne, dest ji êrîşan berdin.”
Herwiha Bakirhan li ser îhtimala destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê jî got: “Deriyên Îmraliyê vekin da ku birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin