Sancar: Derê Îmraliyê vekin bila Öcalan bi xwe fikrên xwe bêje
PeyamaKurd – Meclisa HDP ê di bin serokatiya hevserokên HDP ê Mithat Sancar û Pervin Buldan de civiya. Sancar di civînê de weha got:
“Derê Îmraliyê vekin, fikrên Öcalan çibin bila raya giştî jê hîn bibe. Ji bilî vê, her supekulasyonên bênkirin beredayîne û bê vate ne. Di ser gotinan de, hewlên ku dixwazin di nav HDP ê de tevlihevî bikin, bê binyatin û nagihên armanca xwe.
Bingeha vê desthilatê, li ser sê stûnan hatiye avakirin. Yek jê siyaseta şere, ya dinê siyaseta rantêye û ya sêyem ji bo terefdar û Qesrê rantê çêdikin. Ev rewşa darayî li ser şer, Qesrê, terefdar û îsrafêye.
Ev rewşa han qedrê jiyana mirov nagre, feqîran bêhtir feqîr dike, dewlemendan bêhtir dewlemend dike û ev nîzam her tiştî xerab dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin