Talîban: Bila welatên YEyê, car din balyozxaneyan vekin

03 March 2023 15:00 0 dîtin
Talîban: Bila welatên YEyê, car din balyozxaneyan vekin

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Talîbanê Emîrxan Muttekî, bang li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku car din balyozxaneyên xwe yên li Efxanîstanê vekin.

Welatên Yekîtiya Ewropayê ku di 15ê Tebaxa 2021ê de dema ku Talîban hat ser rêveberiya Efxanîstanê, balyozxaneyên xwe yên li wê derê girtibûn.

Li ser vê yekê Emîrxan Muttakî, li eyaleta Kandaharê ya li başûrê Efxanîstanê, bi Nûnerê Taybet ê Efxanistanê yê Yekîtiya Ewropayê Tomas Niklasson û şanda ligel wî re civiya.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Talîbanê Hafiz Ziya Ehmed jî di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re naveroka hevdîtinê ragihand.

Hafiz Ziya Ehmed da zanîn ku Muttakî gotiye “Ji bo başkirina pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Efxanîstan û welatên Yekîtiya Ewropayê de divê gavên pêwîst bên havêtin û ji bo vekirina balyozxaneyên xwe yên li Kabulê, divê welatên Yekîtiya Ewropayê bên handan.”

Ehmed diyar kir ku Muttakî ji bo alîkariyên mirovî yên ji bo Efxanistanê hatine kirin, spasiya rayedarên Yekîtiya Ewropayê kiriye.

Li gor agahiya ku rayedarê Talîbanê da, Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê Niklasson diyar kiriye ku bi hatina Talîbanê re li Efxanîstanê ewlekarî hatiye dabînkirin û di têkoşîna li dijî gendeliyê de gavên cidî hatine havêtin û diyar kiriye ku ew ê alîkariyên mirovî yên ji bo Efxanîstanê berdewam bin.