Welatên YEyê, ji bo sivikkirina gavasa ser Sûriyê peymanekî girêdan.
PeyamaKurd - Nînera bilind ya karên derve ya YEyê Kaja Kallas ragihand ku wezîrên karên derve yên dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo givaşên ser Sûriyê sivik bikin li ser nexşerêyekî peyman girêdane.
Kallas, li ser mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku:
“Wezîrên karên derve yên YEyê, ji bo givaşên li ser Sûriyê sivik bikin, li ser nexşerêyekî peyman çêkirin. Hedefa me ku em bilez tevbigerin. Eger rêvebiriya Şamê gavên şaş bavêje, em dikarin car din givaşan deynin ser Sûriyê.”
Kallas behsa navên sektoran nekir ku wê givaşên li ser kîjan sektoran sivik bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin