YE sinyala sivikkirina cezayên li ser Sûriyê dide
PeyamaKurd – Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas ragihand ku sivikkirina cezayên li dijî Sûriyeyê di rojeva wan de ye.
Kallas ji hesabê xwe yê Xê derbarê civîna Sûriyeyê ya ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî beşdar bû de nivîsek parve kir.
Kallas anî ziman ku li Sûriyeyê hem hêvî û hem jî zehmetî hene, di civîna Riyadê de got ku ew ê bi wezîrên derve yên welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê re li ser pêvajoya veguhêz a berdewam li Sûriyê, ku rêjîma Beşar Esed lê hat rûxandin, nêrînên xwe parve bikin.
Kallas bal kişand ser wê yekê ku sizayên li ser Sûriyê jî wê bên rojeva civînê, Kallas got: "Em ê li ber çavan binerin ku çawa dikarin sizayan sivik bikin, lê piştî wê jî divê di pêvajoya veguhêzeke siyasî de ku Sûriyê bi hemû cûrbecûrbûna xwe nîşan bide, pêşketineke berbiçav pêk were."
Kallas di peyama xwe de wiha got: "YE li vir e ku di vê pêvajoya veguhêz de ku hewcedariya me bi me heye û cihê ku em dikarin herî bikêrhatî bin de bibin alîkar."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin