Welatekî Ewropî 68 milyon euro alîkariyê dide Sûriyê

27 March 2025 19:09 0 dîtin
Welatekî Ewropî 68 milyon euro alîkariyê dide Sûriyê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî ragihand ku ji bo fînansekirina projeyê avadankirina binesaziyê wan 68 milyon euro budçeya alîkariyê ji bo Sûriyê terxan kiriye.

Tajani li parlamentoya welatê xwe ragihand, girîng e ew projeyên mirovî li Sûriyê fînanse bikin û got, Îtalyayê 68 milyon euro ji bo vê yekê veqetandiye.x

Wezîrê îtalî diyar kir ku paketa pêşî ya alîkariyê ji bihêzkirina kerta tenduristiyê, binesazî û dabînkirina xurekê re hatiye terxankirin. Herwiha Tajani anî ziman ku ew plan dikin ji bo Sûriyê forûma kar pêk bînin.