Almanya wê bi nirxê 200 milyon euroyan alîkariyê ji Ukrayna re bisîne

05 November 2024 19:37 0 dîtin
Almanya wê bi nirxê 200 milyon euroyan alîkariyê ji Ukrayna re bisîne

PeyamaKurd - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock serdana paytexta Ukrayna Kîevê kir û ragihand, dê di zivistanê de alîkariya mirovî ya nû ya bi nirxê 200 milyon euroyî ji Ukraynayê re bê şandin.

Annalena Baerbock axivî: “Em ji bo zivistanê amadekariyên din piştgiriyê ji Ukrayniyan re dikin. Ji bo vê yekê em careke din alîkariyên xwe yên mirovî yên lezgîn zêde dikin. Ev tê wateya 200 mîlyon euroyê zêde ji bo alîkariyên lezgîn ên zivistanê.”

Baerbock got, “Parastina herî baş xurtkirina parastina hewayî ya Ukraynayê ye” û da zanîn, ji destpêka şer û vir ve, Almanyayê sê pergalên Patriot, bi tevahî 9 pergalên Iris-T û 2 pergalên din radest kirine û ew dê piştgiriya xwe ya ji Ukraynayê re bidomînin.