Amerîka bi nirxê 4 milyon dolaran alîkariyê dide Rojavayê Kurdistanê

27 September 2021 17:00 0 dîtin
Amerîka bi nirxê 4 milyon dolaran alîkariyê dide Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê 4 milyon dolar ji bo tekoşîna vîrûsa korona û pêşxistina sektora tenduristiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê terxan kir.

Balyozxaneya Amerîka ya li Şamê li ser Twitter belav kir, Amerîka bi riya planekê 4 milyon dolar ji bo tekoşîna hember koronayê li bakurê rojhilatê Sûriyê veqetandiye.

Balyozxaneyê diyar kir: “Bi van diravan, em ê bikarin alavên bijîşkî peyda bikin, binesaziya tenduristiyê sererast bikin û perwerdehiya xebatkarên tenduristiyê baştir bikin.”

Hêjayî gotinê ye, di van demên dawî de hejmara pêketinên koronayê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne ku bi ser 26 hezar kesan ketiye û 899 kes jî pê mirine.