Fransa dê 5 milyon euro alîkariyê bide wî welatî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Fransayê hatin ragihandin, rayedarên Fransayê biryar da ku di çarçoveya alîkariya erdhejê de 5 milyon ewro alîkariyê ji komeleyen xwecih û navneteweyî re bişîne Fasê.
Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala Fransî BFM TVê de got ku milyon euro ji fona ku ji bo rewşên awarte di budçeya wezaretê de amade ye û ew ê ji bo alîkariyê bişînin Fasê.
Colonna diyar kir ku ev alîkarî dê li saziyên alîkariyê yên herêmî û navneteweyî û her wiha komeleyên Fransî yên ku li welêt dixebitin bên belavkirin.
Wezîra Fransî diyar kir ku gelek saziyên alîkariyê yên Fransî li Fasê li qadê dest bi xebatê kirine û hin ji wan jî koçî vî welatî kirine.
Colonna da zanîn ku kir ku Fas dewleteke serwer e û ew rêzê li biryarên wê digirin û da zanîn ku wan pêşniyazên xwe yên alîkariyê ji rayedarên Rabatê re şandine ku hîn jî bersivek nehatiye dayîn.
Wezîrê da zanîn ku Serokomar Emmanuel Macron bi Keyê Fasê Mihemed 6emîn re di têkiliyê de ye û piştî erdhejê bi hemtayê xwe yê Fasê re bi telefonê axivîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin