Fransa dê pistgiriya 2 milyon euroyan bide û 100 jinên êzidî jî qebûl bike

13 November 2018 16:43 0 dîtin
Fransa dê pistgiriya 2 milyon euroyan bide û 100 jinên êzidî jî qebûl bike

Peyamakurd - Fransayê piştgirî da helmeta Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Niyetpakiyê Nadia Mûrad a bo avadankirina herêma Şingalê û bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê tevî qebûlkirina penaxwaziya 100 jinên êzidî 2 milyon euro jî piştgiriya darayî bidin.

Koşka Elîze ya Fransayê ragihand ku dê fonda bo avadankirina Şingalê ya di çarçoveya Forûma Parîsê ya Aştiyê de bê dayîn.

Koşka Elîzeyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Serokomar Emmanuel Macron biryar wergirtiye 2 milyon euro piştgirî bo xebatên tîma Nadiya Mûrad bo dayîn û ew pere dê li projeyên curbecur ên bo başkirina rewşa êzidiyên qûrbaniyên DAIŞê bê belavkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji niha û heta dawiya sala 2019an dê penaxwaziya 100 jinên êzidî ya bo Fransayê were qebûlkirin.