Îngîltere wê bi 17 milyon Sterlini destekê bide xizmetên bingehîn yên li Xezayê

28 January 2025 21:14 0 dîtin
Îngîltere wê bi 17 milyon Sterlini destekê bide xizmetên bingehîn yên li Xezayê

PeyamaKurd – Wezîra dewletê yê geşepêdanê ya Îngîltere (Brîtanya) Anneliese Dodds, ji bo li Xezayê xizmetên bingehîn bibin û di xizmetên tenduristiyê de bên bikaranîn, wê bi 17 milyon Sterlini desteka pêvekî bide Xezayê.

Dodds, balê kişand ser êş û azarên li Xezayê û behsa girîngiya alîkariya ji bo Xezayê û avakirina Xezayê ya ji nûh de kir.

Dodds, li ser agirbesê û alîkariya ku Îngîltere dide Xezayê agahiyan da parlementoyê û got welew agirbes her çendîn hasas be jî, ji bo Îsraîlê û Fîlîstînê hêviye. Dodds ji ber xebata Qatar, Misir û DYAyê ya agirbesê û serbestberdana dîlan, wan pîroz kir û got:

“Heya bikaribin bêjin, Xezayê êş kişand. Ev peyman hêvî dide wan ku jiyana xwe ji nûh de saz bikin. Neteweyên Yekgirtî û dezgeyên alîkariyê ji bo alîkariyê bigihînin wan bê rawestin dixebitin.

Min di meha 12an de seredana Xezayê kir û dît ku nahêlin TIRên alîkariyê herin Xezayê. Niha dikarin herin deverê, hevkarên me li 130 ciyan zêdetir, heya niha ji 200 hezarî zêdetir koliyên alîkariyê belav kirin.

Îngîltere heya niha ava paqij, hijyen û xizmetên tenduristiyê gihandiye 284 hezar Xezayiyan…. Divê Îsraîl îznê bide UNRWAyê ku xebatên xwe bike.”