Qatar û Iraq wê her yek 25 milyon dolar destekê bide UNRWAyê

06 March 2024 23:33 0 dîtin
Qatar û Iraq wê her yek 25 milyon dolar destekê bide UNRWAyê

PeyamaKurd – Dewleta Qatar û Iraqê wê her yek ji wan 25 milyon dolar destekê bide UNRWAyê. UNRWA ajansa Neteweyên Yekgirtî ye li Xezzayê ku destekê dide penaberên Fîlîstînî.

Gelek dewletên dinyayê desteka xwe ya ji bo UNRWAyê birîbûn ji ber UNRWA li Xezzayê destekê daye Hamasê an şervanên Hamasê xwe di kampan de vedişêrin. Hem di nav xebatkarên UNRWAyê de xebatkarên gumanbarên Hamasê hebûne ku tevlî bûyerên 7ê Cotmehê bûne.

Li gor ajansa Qatarê ya fermî QNAyê; nûnerê Qatarê yê NY Alya Ahmed Saif Al Sani, li ber endamên giştî yên NY di derbarê zahmetiyên UNRWAyê daxwuyanî da.

Al Sanî got ku rast nîne hinek dewlet UNRWAyê xistine hedefa xwe û ji bilî NY ti alternatîfa Fîlîsiyan tine ku destekê bide penaberan.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn jî di heman fikrê de got ku êrîşê UNRWAyê dikin û ragihand ku wê Iraq 25 milyon dolar pere bide UNRWAyê.

Îsraîlê ragihandibû ku 12 xebatkarên UNRWAyê tevlî bûyerên 7ê Cotmehê bûne û li ser gotina Îsraîlê gelek dewlet desteka xwe ya ji bo UNRWAyê birîbûn.