Îspanya wê 20 milyon Euro destekê bide UNRWAyê

07 March 2024 22:50 0 dîtin
Îspanya wê 20 milyon Euro destekê bide UNRWAyê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares ragihand ku wê desteka bi miqdarê 20 milyon Euroyî bide UNRWAyê ku beşa Neteweyên Yekgirtî ya li Fîlîstînê ye û destekê dide penaberên Fîlîstînî.

Wezîrê Îspanyayê Jose Manuel Albares, bi komsêrê giştî yê UNRWAyê li Madrîd a Îspanya bi Philippe Lazzarini re civiya. Wezîr Albares ragihand ku wê bi 20 milyon Euroyî destekê bide UNRWAyê da karibin ji bo Fîlîstîniyên penaber pêdiviyên tensurisityê, xida û perwerdê temîn bikin.

UNRWA, ji sala 1960an heya niha destekê dide Fîlîstîniyên penaber. Lê di êrîşên ser Îsraîlê yên 7ê Cotmehê de Îsraîlê ragihand ku 12 xebatkarên UNRAWê di êrîşan de cîh girtine û gelek dewletên dinyayê desteka xwe ji UNRWAyê  birîbûn.

Duhî Qatar 25 milyon Euro, Iraq 25 milyon Euro û Îspanya îro ji bo 20 milyon Euroyî soza destekê da UNRWAyê.