Ji Bakirhan bo gotinên Bahçelî yên ‘Bila Ocalan tesfîyekirina PKKê ragihîne’: ‘Derîyan vekin em jî meraq dikin’
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî ku hefteyên borî bi silavdana hevserok û parlamentarên DEM Partiyê ‘pêvajoyeke nû ya çareseriyê’ xistibû rojevê, îro jî bang li Abdullah Ocalan kir ku tesfîyekirina PKKê ragihîne daku destê dirêj kirine bi ser bikeve.
Bahçelî di gotara xwe ya koma partiya xwe ya parlamentoyê de li ser mijara proseya normalbûnê got: “Min destê xwe ji bo dewlet û welatê me dirêj kir daku aştiyê çêbibe. Me destê xwe ne ji bo pêvajoyekê, ji bo biratiyê dirêj kir.”
Bahçelî: 3 bijarde li ber PKKê hene
Di berdewamê de jî Bahçelî diyar kir ku heke ew ne alîgirê damezrandina dewleta mezin a çar parçeyan a Kurdistanê ne, 3 bijarte li ber PKKê hene û wiha pê de çû:
“Yek. Bila PKK dawiyê li çalakiyên terorê bîne. Du.Tevî çekên xwe ji çiyê dakevin û teslîm bibin. Sisê. Bila ji cezayê ku edaleta Tirk bide razî bibin.”
Di dewamê de jî Bahçelî bang li Ocalan û got: “Dema ew anîn Tirkiyeyê gotibû, ‘ji her cûre xizmetê re amade me’. Bila dawîkirina terorê, tesfîyekirina rêxistina xwe yekalî ragihîne.”
Bakirhan: Deriyan vekin, bibînin bê Ocalan çi dibêje
Li ser van daxuyaniyên Bahçelî, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di koma partiya xwe de ragihand: “Min îro guhdariya axaftina Birêz Bahçelî kir. Bi rastî jî şaş ma. Bahçelî, bangewaziyek li Birêz Ocalan kir. Ji bo ku ew bangewazî bigihîje cihê pêwendîdar, qey nizane ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Birêz Bahçelî, Em jî meraq dikin, bê wê Birêz Ocalan çi bibêje, çi bangê bike. Naxwe tecrîdê rakin. Em hemû bihevre temaşe bikin bibînin bê Ocalan ji rêxistina xwe re çi dibêje. Ma beredayî bangewazî li giraveke ku 43 meh in ti çûk û karvanek neçûyê re tê kirin? Deriyan vekin, em guhdar bikin, bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin