Parêzerên Ocalan: Gotinên Bahçelî girîng in!
PeyamaKurd – Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan, li ser banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku ji bo Ocalan banga, "Ger tecrît bê rakirin, bila were li parlamentoyê di Koma DEM Partiyê de biaxive, bidawîbûna terorê û hilweşîna rêxistina xwe ragihîne. Ger van bike, bila pêşiya mafê hêviyê (ji hêla hiqûqî ve derketina wî ya ji girtîgehê) jê re bê vekirin” daxuyanî da.
Parêzerê Ocalan Cengîz Yureklî ragihand, “Divê weke gava ewil destûr were dayin ku malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan bikarin hevdîtinê bikin.”
Yureklî diyar kir, ‘Mafê hêviyê’, ji ber Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mafekî gerdûnî ye û DMMEyê di vê mijarê de ji bo birêz Ocalan biryar daye. Ev nabe mijara muzakereyên siyasî.”
Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî got:“Gotinên Bahçelî girîng in. Em dixwazin dawî li girtina Ocalan were. 44 meh in em daxwaza dîtina Ocalan dikin û Wezareta Dadê red dike. Ev demeke dirêj e em nizanin rewşa Ocalan çawa ye. Nameyên ku em ji Ocalan re dişînin jî bê bersiv dimînin. Divê çewisandina dengê Ocalan raweste.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat jî 7ê Cotmehê li ser hewldanên Devlet Bahçelî gotibû, “Ger nêzîkatiyeke Devlet Bahçelî, AKP û Erdogan hebe, keremke Îmralî li wir e” û Ocalan wek aktorê sereke destnîşan kiribû.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan jî çend roj berê, pêngavên Bahçelî û Erdogan, wekî xapînok û xeyalî şîrove kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin