Hevseroka DEM Partiyê li parlamentoyê gotinên Ocalan parve kir

28 January 2025 16:36 0 dîtin
Hevseroka DEM Partiyê li parlamentoyê gotinên Ocalan parve kir

PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyiê Tulay Hatîmogûllari, di gotara xwe ya koma partiya xwe ya parlamentoyê de derbarê naveroka hevdîtinê heyeta DEMê ya Îmraliyê de daxuyanî dan û peyamên Abdullah Ocalan belav kirin.

 Hatimogullari got, “Birêz Ocalan di hevdîtina bi şanda me re de got ku heke nêzîkatiya Bahçelî û ya aqilê dewletê bibin yek, dikarin bibin wesîleya aştiyê. Divê îktîdar jî êdî gavên ku baweriyê çêdikin biavêje. Divê îradeya çareseriyeke xurt nîşan bide.”

Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtina duyemîn a 22yê Çile de gotiye, “Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyê ye.”

Herwiha Hatiogullari got, “Birêz Ocalan di hevdîtinê de gotiye ‘xebatên min berdewam in.’ Birêz Ocalan, diyar kir ku di serdemeke dîrokî de ne ku krîzên kûrewî, herêmî û neteweyî li ser hev zêde bûne. Birêz Ocalan gotiye, ‘Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyê ye.”

Hevseroka DEMê bi zarê Ocalan da zanîn, “Banga birêz Ocalan zelal e. Dixwaze Tirkiyê derbasî zemîna demokrasiyê bike û ev yek tekane çareseriya rizgariya ji krîzan e. Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de dixwaze ku meseleyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û demokrasiyê bike. Ev yek bi israr dubare kiriye.”