Hevseroka DEM Partiyê ya saxa bajarê Ixdirê Alya Akkus sandin zîndanê
PeyamaKurd – Li ser daxwaza serdozgeriya Îstenbolê di 18ê Sibatê de li bajarê Ixdirê hêzên asayîşê avêtibûn ser mala hevseroka şaxa DEM Partiyê ya Alya Akkuş.
Bi sedema ku Akkuş endama rêxistinê ye, wê desteser kirin û di çarçova lêpirsîneka serdozgeriya bajarê Îstenbolê, ew şandin Îstenbolê.
Li Îstenbolê piştî îfadên Alya Akkuş hat girtin, ew birin dadgehê û dadgeh biryara zîndanîkirina wê da. Alya Akkuşê birin zîndanê.
Di nav hefta dawiyê de li 51 wîlayetên Tirkiyê û Kurdistanê bi sedema endamin an desteka PKKê kirine, zêdetirê 300 kes hatine destserkirin û îro bi biryara dadgehan 30 kes hatine şandin bo zîndanan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin