Saredarê navça Tasliçayê ya bi ser bajarê Agiriyê ji DEM Partiyê îstîfa kir
PeyamaKurd – Şaredarê navça Taşliçayê ya bi ser bajarê Agiriyê Mehmet Ali Budak, ji DEM Partiyê îstîfa kir. Budak ragihand ku ji partiya wî, zorê didin ser wî û got:
“Navça me kozmopolite û tê de pêkhateyên Kurd, Azerî, Karapapax û hwd. hene û ji bo xizmeta wan bikim şaredariyê dikim û ji partiya xwe ji DEM Partiyê bi îrada xwe îstîfa xwe dikim.”
Budak, ragihand ku di nav DEM Partiyê de hinek kes hene ku nahêlin xizmetê bike, %60 dengê xelkê girtiye û ji bo temamê xelkê Taşliçayê wek hev xizmetê dike. Budak ragihand ku wê weka berê xizmetê ji xelkê re bike û wezîfa xwe serbixwe dewam bike.
Berê jî şaredarê Qoserê ya DEM Partiyê yê bi navê Zeyni İpek ji DEM Partiyê îstîfa kiribû û ragihandibû ku wê serbixwe karê xwe dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin