Li bajarê Mûsê û navça Tetwanê, ji ber berfê rêyên 137 gundan hat girtin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bedlîsê, Mûş û navça Geverê ya Bajarê Hakkariya berf bariya û ji ber berfê rêyên 112 gundên bajarê Mûşê û 25 gundên navça Tetwanê ya bajarê Bedlîsê ji ber berfê hatin girtin.
Rêvebiriya taybet ya bajarê Mûşê ragihand ku xebata wan ya ji bo vekirina rêyên 112 gundên Mûşê dewam dike.
Li aliyê dinê parêzgeha Bedlîsê got ku xebatên paqijkirina rêyên 25 gundan ya ji berfê li tetwana Mûşê dewam dike.
Li navça Geverê ya Hakkariyê, di nava navçê de çûn û hatina erebeyan ya di hevraz û derbejêran de gelek bi zahmet ketiye. Xelk, erebên xwe li rasta nav bajêr dihêlin û bi meş diçin malên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin