Li bajarê Mûsê yê Bakurê Kurdistanê gundek bi temamî di bin berfê de ma

30 January 2022 13:04 0 dîtin
Li bajarê Mûsê yê Bakurê Kurdistanê gundek bi temamî di bin berfê de ma

PeyamaKurd - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê xaniyên gundekî bi temamî di bin berfê de man.

Hat ragihandin ku gunê bi navê xwe yê tirkî Yukariyongali yê 48 km dûrî navenda bajarê Mûşê ji ber barîna berfa zêde di bin berfê de ma.

Ji ber ku maşîneyên paqijkirina berfê nikarin xwe bigihînin gund xelkê gund bi derfetên xwe û  bi bêran hewl didin berfa ser xaniyên xwe paqij bikin.

Gundî ji bo sewalên wan telef nebin di bin berfê de tunel vekirine daku xwe bigihînin axoyan.